Li Silêmanîyê 9 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, evro li Silêmanîyê 9 kesên din tûşî Koronayê bûn.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, evro li Silêmanîyê 9 kesên din tûşî Koronayê bûn.
Di ragehandina Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê de hatîye, li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv gumanlêkirîyan, 9 tûşbûyên nû bi Varosa Koronayê li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin.
Di wê ragehandinê de hatîye jî: Ew tûşbûyên hanê, 5 zelam in, 2 jin in li gel kur û kiçeka xort, yek ji derveya welat vegerîya ye, şeş jî ji wan berkevtîyên tûşbûyên rêjên berê ne û herdû tûşbûyên din jî nîşanên wê nexeşîyê hene.
Xuya jî kirîye, ku 8 tûşbû xelkên nav bajarê Silêmanîyê ne û yê dî jî rûbioştvanê nahye ya Bazyan e.