Girteyeka vîdyoyî ya Erebên hînandî di torên civakî de cotyarên Kurd pir hêris dike
Girteyeka vîdyoyî ya hejmareka Erebên hînandî di torên civakî de belav bûye û têde ji bilî sivikîkirinê bi Kurd, gefa dagîrkirina zevîyên cutyarên Kurd jî dikin li sinûrê Sergerran.
K24- Sergerran- Kerkûk
Girteyeka vîdyoyî ya hejmareka Erebên hînandî di torên civakî de belav bûye û têde ji bilî sivikîkirinê bi Kurd, gefa dagîrkirina zevîyên cutyarên Kurd jî dikin li sinûrê Sergerran.
Cutyarên Kurd her li wî cihî ku wan Ereban gef kiribûn, com bûn û peyama xwe gehandin Erebên hînandî û dibêjin: Gefên hewe me natirsîn in.
Jinek jî, ku xwedî ya wê zevîyê bi darekê ve çûye wî cihî û dibêje: Sed jinên Sergerran kom dikim û nahêlin zevîyên me dagîr bikin.