Girteyeka vîdyoyî ya Erebên hînandî di torên civakî de cotyarên Kurd pir hêris dike

Girteyeka vîdyoyî ya hejmareka Erebên hînandî di torên civakî de belav bûye û têde ji bilî sivikîkirinê bi Kurd, gefa dagîrkirina zevîyên cutyarên Kurd jî dikin li sinûrê Sergerran.

K24- Sergerran- Kerkûk

Girteyeka vîdyoyî ya hejmareka Erebên hînandî di torên civakî de belav bûye û têde ji bilî sivikîkirinê bi Kurd, gefa dagîrkirina zevîyên cutyarên Kurd jî dikin li sinûrê Sergerran.

Cutyarên Kurd her li wî cihî ku wan Ereban gef kiribûn, com bûn û  peyama xwe gehandin Erebên hînandî û dibêjin: Gefên hewe me natirsîn in.

Jinek jî, ku xwedî ya wê zevîyê bi darekê ve çûye wî cihî û dibêje: Sed jinên Sergerran kom dikim û nahêlin zevîyên me dagîr bikin.