Li Rihayê gundek û 9 avahî hatin karantîkirin
Ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa Koronayê li Rihayê, gundek, 9 avahî û hemû xebatkarên kompaniyekê hatin karantîkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber zêdebûna belavbûna vîrusa Koronayê li Rihayê, gundek, 9 avahî û hemû xebatkarên kompaniyekê hatin karantîkirin.
Parêzgariya Rihayê da xuyakirin, li 10 gundên girêdayî, navçeyên Sîwerek, Wêranşar, Bîrecûk, Eyubiye û Xelîliye pêketiyên nû yên bi vîrusa korana hatine tomarkirin.
Bi biryara Desteya Zanistîya Bajêr jî, li ser pêşhatên dawî, biryara karantîkirin gundekî Wêranşarê û 9 avahiyên li gundên girêdayî navçeyên din hat dayîn.
Li aliyê din, ji ber binpêkirina rênimayên dûrbûna ji hevdu û bikaranîna demamikan, hemû karên kompaniyeke hatin rawestandin û bo heyema 14 rojan biryara karantîkirina xebatkarên wê kompaniyayê hate dayîn.
Li gor amarên li ser asta welatên cîhanî, ji alîyê haletên pêketina bi vîrusa Koronayê ve, Tirkiye di rêza 9an de cîh digire ku hejmara nexweşan digihe 150 hezarî.
S. B