Li Hewlêrê tenê 3 pêketiyên bi Koronayê mane
Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re ragihand, 11 roj in ti haleteke pêketina bi vîrusa Koronayê li Hewlêrê nehatiye tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re ragihand, 11 roj in ti haleteke pêketina bi vîrusa Koronayê li Hewlêrê nehatiye tomarkirin.
Dr. Dilovan Mihemed da zanîn jî, 11 roj in ti haleteke pêketina bi vîrusa Koronayê li Hewlêrê nehatiye tomarkirin. Herwiha pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan li sînorê parêzgeha Hewlêrê berdewam in.
Diyar kir jî, li parêzgeha Hewlêrê 212 kes bi vîrusa Koronayê ketibûn, jê 208 nexweş baş bûne û kesekî canê jidest daye û niha tenê 3 nexweşên Koronayê mane.
Derbarê rênimayên rojên cejna Qurbanê de, Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê ragihand, ji ber ku li welatên cîran û Iraqê vîrusa Koronayê belav dibe, divê welatî pabendî rênimayên xweparastinê bibin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 413 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 5 kesan canê xwe jidest dane û 393 kes jî baş bûne.
S. B