Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya xwişka Rêvebirê Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê Îsmet Ergoşî, peyameke sersaxiyê arastî malbata wî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya xwişka Rêvebirê Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê Îsmet Ergoşî, peyameke sersaxiyê arastî malbata wî kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi mixabinî ve nûçeya koça dawiyê ya xwişka we bihîst. Pirse û serxweşiyê li we dikim, xwedêyê mezin giyana wê bi bihuştê şad bike û aramî û dilniyayê bi malbata we ya birêz bibexişe.”