Asayişê rêniyamên taybet bi rojên Cejna Remezanê derkirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn rênima û rêkarên rojên cejna Remezanê derkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn rênima û rêkarên rojên cejna Remezanê derkirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayişê) hejmarek biryar û rênimayên taybet bi rojên cejna Remezanê belav kirin û daxwaz ji welatiyan kir, ji bo parastina ewlehî û aştiyê pabendî wan bibin:

1- Tevgera hemû barhilgir û tankerên mezin û memnavend ji piştî nîva şeva roja Pêncşemê û heta demjimêr 15:00 ji roja Sêşemê 29ê Gulanê qedexe ye.

2- Ketina hemû motorsîklên welatiyên sivîl û leşkeran bo gund û bajaran ji roja Sêşemê 19ê Gulanê û heta roja Sêşemê 26ê Gulanê qedexe ye.

3- Avêtina guleyan li gor yasayan qedexe ye û kesê serpêçiyê bike, dê bê sizadan û çek jî tê desteserkirin.

4- Hemû deriyên sînorî ji bilî deriyên El Tayha û Tebqa girtî dimînin û hemû rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê tên girtin.

 

S. B