Rêveberiya Xweser 2 dergeh di navbera navçeyên xwe û rejîma Sûriyê de vekirin

Rêveberiya Xweser 2 dergeh ji bo çûnûhatina welatiyan, di navbera navçeyên wê û rejîma Sûriyê de vekirin.

K24- Hewlêr

Rêveberiya Xweser 2 dergeh ji bo çûnûhatina welatiyan, di navbera navçeyên wê û rejîma Sûriyê de vekirin.

Şêwirmendê Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê Enwer Muşrif  ji mêdya nêzîkî Rêveberiyê re ragihandiye, armanca wan ji vekirina her 2 dergehên Tayhe û Tebqa digel rejîma Sûriyê hesankirina çûnûhatina welatiyên, ku li navçeyên rejîmê û li navçeyên di destê Rêveberiyê de asê man e jî.

Bi gotina wî, di bêhnvedana cejnê de, her kesê bixwaze vegere, dê derî ji bo wan vekirî be.

Tekez jî kiriye, Komîteyek  ji bo pêkanîna pişkinînan hatiye erkdar kirin û her kesê, ku ji navçeyên wan derkeve, yan derbasî navçeyên wan bibe, dê were pişkinîn kirin.

Derbarê vekirina dergehên Sêmalka û Dadat, Muşrif got, ew her du dergeh, dê heta derkirina biryarek nû, girtî bimîn in .