Li Sêrt a bakurê Kurdistanê merasîmên pîrozbahiya Cejnê hatin qedexe kirin
Li Sêrt a bakurê Kurdistanê seredanên goristanan û Merasîmên pîrozbahiya Cejnê, hatin qedexe kirin.
K24- Hewlêr
Li Sêrt a bakurê Kurdistanê seredanên goristanan û Merasîmên pîrozbahiya Cejnê, hatin qedexe kirin.
Parêzgariya Sêrtê, di çarçoveya rêkarên rûbirûbûn a Korona de, beriya cejnê û di rojên Cejna Remezanê de, seredana goristanan qedexe kir. Parêzgarî rê nade, merasîmen pîrozbahiya cejnê jî.
Parêzgariyê da xuyakirin, sertraşxane û cihên ciwankariyê bi mercê pabendbûn a rênimayan hatine vekirin û navên hemû kesên diçin wan deveran, tên tomarkirin.
Parêzgariyê da zanîn, xwendekarên pola 12, eger bixwazin, bi pabendbûna rênimayan, piştî 1'e Hezîranê dikarin biçin dibistanên xwe û dest bi waneyan bikin.