Vîdyo..Firokeyên Tirkiyê bi tundî devera Berwarî Bala burdûman kir

Firokeyên cengîyên Tirkiyê bi tundî gundê Dergela li sinûrê devera Berwarî Bala li parêzgeha Duhokê burdûman kir, ji bilî zîyanan, tirs û sehim jî di nav xelkên deverê belav bûye.

K24- Amêdîyê

Firokeyên cengîyên Tirkiyê bi tundî gundê Dergela li sinûrê devera Berwarî Bala li parêzgeha Duhokê burdûman kir, ji bilî zîyanan, tirs û sehim jî di nav xelkên deverê belav bûye.

Çavkanîyekî ji wî gundî ku nevîya nevê xwe aşkera bike, bi Kurdistan 24 re ragehand, bi sedema hebûna gerêlayên Partîya Karkerên Kurdistanê  (PKK) li wê deverê, evro firokeyên Tirkiyê bi tundî derdorê gundê wan burdûman kirîye û bi wê sedemê jî tirs û nîgeranîyeka mezin di nav gundnişînên deverê belav bûye.

Herweha got: Her bi sedema wê burdûmanê zîyaneka mezin a madî gehaye xanî, rez û baxên hevwelatîyan û pawanên gundê wan.

Bi sedema hebûna Gerîlayên PKKyê li deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê, firokeyên cengîyên Tirkiyê bi berdewamî wan deveran burdûman dikin û bi wê sedemê jî bi dirêjahîya sinûr zîyaneka mezin gehaye hevwelatîyan  û heya niha ji bilî zîyana madî, bi dehan hevwelatî jî bûyîne qurbanî û piranîya wan gundan jî bi temamî çol bûne.