Wezareta Tenduristîyê encamên nû ragehand

Di daxuyanîyekê de, wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, kesek dî li parêzgeha Silêmanîyê tûşî Koronayê bûye.

K24- Hewlêr

Di daxuyanîyekê  de, wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, kesek dî li parêzgeha Silêmanîyê tûşî Koronayê bûye.

Deqa daxuyanîya Wezareta Tenduristîyê:

Li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv gumalêkirîyan, yek tûşbûyê Vayrosa Koronaya Nû KOVID-19 li parêzgeha Silêmanîyê hate destnîşankirin, ku zelemekê teme 22 salîye û rûniştvanê bajarê Silêmanîyê ye, û berkevtîyê tûşbûyên berê ye.

Wezareta Tenduristîyê

15yê gulana 2020