Wezareta Navxwe bo 72 demijmêrên qedexe ya temam a hatinûçûnê ragehand
Wezareta Navxwe ya hikumeta Herêma Kurdistanê hejamreka biryaran da derbarê dirêjkirina qedexe ya hatinûçûnê li seranserî Herêma Kurdistanê bo dema 72 demjimêran û rojên cejnê jî qedexeya hatinûçûnê seranserî dibe.
K24- Hewlêr

Biryar:
Yekem:- Heya yekem roja cejnê kar bi beyana hejmare 34 dihête kirin.
Dûyem:- Ji yekem roja cejna remezanê bo dema 72 demjimêran qedexeya hatinûçûnê seranserîye û û her kesek serpêçîyê bike dê bihête sizadan.
Sêyem:- Hemû ew cihên rêdabûn bi vekirina wan ji yekem roja cejnê ve bo dema 72 demjimêran dê bihên daxistin.
Çarem:- Rê bi Hêzên ewlehêyê dihête dan.
Pêmcem: Li 20 Gulanê heya 1ê Xizîranê hatinûçûn di navbera Herêma Kursdistanê û parêzgehên Îraqê qedexeye.
Şeşem:- Li 22 Gulanê heya 27 Gulanê sîstema rêdan elikitronî dê bihête ragehandin.
Heftem: Derîyên Sinûrî û firokexane bi rûyên geştyaran dê bihêne daxistin.
Heştem: Bizava bazirganî li derîyên sinûrî berdewam dibin.