Desteya Çandiniyê: Nirxê kirîna ceh û genim bi nirxê Dolar ve nayê girêdan
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser radigihîne, wan îsal ji zû ve tedbîrên rêgirtin li şewatê û vemirandina bilez girtine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser li ser girtina tedbîrê rêgirtina li şewata dexl û danên cotkaran ji K24ê re ragihand, ji ber ku sala bûrî rûberine fireh ji dexl û danên cotkarên Rojavayê Kurdistanê şewitîn û ziyanên mezin ji encamê derketin, wan îsal ji zû ve tedbîrên rêgirtin li şewatê û vemirandina bilez girtine.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo diyar kir jî, tîmên wan ên taybet bi vemirandina agir li hemû deveran hatine belavkirin, wan hejmara otombîlên agirkujê zêde kirin û tankerên avê jî xistine kar. Herwiha hin rêkarên vemirandina agir li patozan jî hatin ferzkirin û tirektorên ku sike li wan siwarkirî bin jî bi wan re bin, ji bo heger agir vêket, bikarin agir vemirînin.
Diyar kir jî, sala bûrî zêdetir ji 435 hezar donim ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞê û ji encama topên artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve hatin şewitandin. Herwiha wan jî hemû cotkarên ziyan dîtine qerebû kirin.
Li ser nirxê kirîna ceh û genimê cotkaran, Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê diyar kir, dema wan nirxê kirîna genim diyar kiriye, wan li gor têçûna çandina wê li ser cotkar pîvan girtine. Nabe nirxê kirîna ceh û genim bi nirxê Dolar ve nayê girêdan, ji ber ku niha rewş awarte ye û bazirgan bi nirxê Dolar dilîzin û derdixin derveyî herêmê û gelek pirsgirêkan çê dikin.
Got jî: Ji bo kontrolkirina nirxê Dolar li bazaran, pêwîst e hevkarî di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de çê bibe, lê hikûmeta Sûriyê di wî warî ne hevkar e û berûvajî wê, dixwaze pirsgirêk li cem me zêdetir bibin.
Diyar kir jî, pêr Rêveberiya Xweser nirxê kirîna ceh 150 Lîreya Sûrî diyar kir. Herwiha ji aliyê Yekîtiya Cotkaran ve hat xwastin ku pêdaçûnek di nirxê kirîna genim de bê kirin, di civîneke bê de jî dê lêkolînekê wê derbarê de bikin.
S. B