Li Efrînê bomeyeke vedayî hat teqandin
Li nava bajarê Efrînê bombeyeke vedayî teqiya û li gor zanyariyên destpêkê kesek birîndar bûye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li nava bajarê Efrînê bombeyeke vedayî teqiya û li gor zanyariyên destpêkê kesek birîndar bûye.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro nîvro teqînek bi riya bombeyeke vedayî li nêzîkî çarêya nêzîkî bazara keskahiyê teqiya û di encamê de kesek birîndar bûye.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi berdewamî teqîn li Efrînê tên kirin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.
Roja 28ê Nîsana bûrî teqîneke bihêz bi riya barhilgireke bombekirî li nêzîkî bazara nava bajarê Efrînê de hat kirin, di encama wê teqînê de zêdetir ji 50 kesî canê xwe jidest dan û zêdetir ji 140 kesî jî birîndar bûbûn.
S. B