Hevşaredarên Sêrt, Hawêl û Misircê bi merc hatin azadkirin

Hevşaredarên bajarê Sêrtê û navçeyên Hawêl û Misircê bi mercê kontrola dadî hatin azadkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredarên bajarê Sêrtê û navçeyên Hawêl û Misircê bi mercê kontrola dadî hatin azadkirin. 

Hevşaredarên Sêrtê Bêrîvan Helen Îşik û Peymandara Turhan,  herwiha hevşaredarên Hawêlê Remezan Sarsilmaz û Ozden Gulmez û Hevşaredarên Misircê Baran Akgul û Esmer Baran ku tevî 4 karmendên şaredariyê berî çend rojan hatibûn binçavkirin, îro derketin pêşberî dadgehê.

Her çend, Serdozgeriyê daxwaza zîndanîkirina hevşaredaran kir jî, Dadgeha Sêrtê, bi mercê kontrola dadî, biryara azadkirina hemû hevşaredarên Sêrt û Hawêl û Misircê da.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê, 15'ê Gulanê, bo 5 şaredariyên HDPê yên bajarên Sêrt û Îdir û navçeyên Hawêl û Misirc û Vartinîsê qeyûm danî û hemû hevşaredar hatibûn binçavkirin. Hevşaredarên Vartinîsê û Îdirê hê berê hatibûn girtin.

 

S. B