Agir bi genim û cehê xelkê ket li derdora Serê Kaniyê

Li derdora Serê Kaniyê agir bi genim û cehê xelkê ket.

K24- Hewlêr

Li derdora Serê Kaniyê agir bi genim û cehê xelkê  ket.

Ajansa SANA ya fermî ya Hikumeta Sûriyê belav kiriye, serê sibeha îro, agir bi zeviyek a  nêzîkî  xalek a serbazî ya Tirkiyê ket û genim û cehê 6 gundên derdora Serê Kaniyê bi xwe ve girt.

Li gor ajansa SANA, agir rûberek berfereh ji erdên, gundên Menacîr, Ehras; Amirye; Til Etaş, Erat û Ebû Bekir li xwe girt  û ziyanek mezin gihandiye genim û cehê xelkê wan gundan.

Di 16ê vê mehê de, agir bi dexlûdanê cotyarên Til Temirê jî ketibû û çekdarên dijbereya Sûriyê hatibûn tometbar kirin.