Iraq.. hişyariyê dihlte dan derbarê ji dest derketina rewşa Korona dide
Şaneya krîzan li Parlementoya Iraqê hişyariyê jidest derketin a rewşa Korona dide.
K24- Hewlêr
Şaneya krîzan li Parlementoya Iraqê hişyariyê jidest derketin a rewşa Korona dide.
Şaneya krîzan di Civata Nûnerên Iraqê de hişyariyê dide, ji wê yekê, ku Korona bi awayekî belav bibe, ku kontrola wê neyê kirin. Daxwaz ji desthilatdaran dike, qedexeya çûnûhatina temam rabighînin. Ev yek piştî wê yekê tê, ku bi van dawîyan rojan e, hejmarek zêde yên tûşbûyên Korona li Bexdayê tên tomar kirin.
Şaneya Navborî di peyamekê de daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî dike, bi fermî qedexeya çûnûhatina giştgîr û seranserî rabighîne.