Li Silêmanêyê û Hewlêrê 10 kesên din tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinînên Vayrosa Koronayê ragehand û aşkera kir, li Silêmanîyê û Hewlêrê 10 haletên nû yên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatin tomarkirin.
K24- Hewlêr

Encamên nû:
Li berdewamîya pişkinîn û geryanan li dûv gumanlêkirîyan, 10 tûşbûyên din bi Vayrosa Koronaya Nû (COVID-19) li Herêma Kurdistanê hatin destnîşankirin. Yek ji wan zelemekê temenê 44 salîye û tûşbûyek nû ye û rûniştvanê taxa Qetewî ya bajarê Hewlêrê ye.
Her 9 tûşbûyên din li parêzgeha Silêmanîyê ne, ku çar jin in û temenên wan 54,52,29 û 24 sal in û 4 zelam jî temenên wan 53,36, 34 û 30 sal in li gel kiçeka temen 15 salî, hemû jî rûniştvanên nav bajarê Silêmanîyê ne. 8 ji wan berketî yên tûşbûyên berê ne û yek jî tûşbûyê nû ye û nîşanên nexweşîyê hene.
Wezareta Tenduristî
19/5/2019