Li Efrînê koçberek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn

Li Efrînê şer û pevçûn di navber grûpeke çekdar û koçberên Xûtayê de derket û di encamê de kesek hat kuştin û 4 kesan jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê şer û pevçûn di navber grûpeke çekdar û koçberên Xûtayê de derket û di encamê de kesek hat kuştin û 4 kesan jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî li nava bajarê Efrînê grûpa çekdar Cebhe El Şamiyê û koçberên gundewarê Şamê de derket û di encamê de kesek hat kuştin û 4 kesan jî birîndar bûn, di nava wan de zarok jî hene.

Heta niha sedema derketina wî şerî nayê zanîn, lê ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, zêdetir ji nîv milyon koçberên navçeyên cuda yên Sûriyê li Efrînê li şûna Kurdan bicih bûne û piraniya wan koçberan jî bi çek in û zorê li xelkê Efrînê dikin û mal û milkên wan didizin.

Ji aliyekî din ve, duhî welatiyê Efrînî Riyad Umik ji K24ê re ragihandibû, bavê Muslim Ehmed Umik ji roja Pêncşemê 14ê Gulanê ve ji mala xwe ya li taxa Eşrefiyê derketiye û winda bûye.

Riyad Umik danê êvarê careke din K24 agahdar kir, termê bavê wî di çemê Efrînê de xeniqadî hat dîtin û ew li benda raporta bijîşkê dadê ne, ta bizanin sedema mirina wî çi ye.

 

S. B