Li Hewlêrê pêketina 7 kesan bi Koronayê hat tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 7 kesan bi vîrusa Koronayê li bajarê Hewlêrê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 7 kesan bi vîrusa Koronayê li bajarê Hewlêrê ragihand.

Wezareta Tenduristiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, pêketina 7 haletên nû bi vîrusa Koronayê hatin destnîşankirin.

Diyar kir jî, kesên bi Koronayê ketine, jineke (35) salî, 2 keçên (15) û (9) salî ne ku endamên malbata pêketiyê duhî yê bajarê Hewlêrê ne. Herwiha 4 peyayên (53), (42), (42) û (29) salî ne, ew jî hevpîşeyî wî pêketiyê duhî ne û virus jê vegirtine.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine gihîşt 431 kesan, jê 5 kesan canê xwe jidest dane û 383 kes jî baş bûne.

 

S. B