Hikûmeta Iraqê razemendî li ser şandina 400 milyar Dînar daye

Bi hewla Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê razemendî li ser şandina 400 milyar Dînar daye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi hewla Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê razemendî li ser şandina 400 milyar Dînar daye.

Jêderekî ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, piştî hewleke zêde ya Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî re, îro hikûmeta Iraqê razemndî li ser şandine beşekê ji wê birê budceya ku pêştir bo mûçeyê dişand, daye.

Wî jêderî ragihand jî, birê ji bo meha Nîsanê şandiye, 400 milyar Dînar e, ku 53 milyar Dînar ji birê pêştir bo mûçe kêmtir e.

Li gor têgihîştinekê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, biryar bû Bexda nîvê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, ku dike 453 milyar Dînar bişîne.

Lê bi biryara serokwezîrê berê yê Adil Ebdulmehdî, di meha Nîsana bûrî de şandina mûçeyên karmendan hatibû rawestandin.

 

S. B