Berhemên cotyaran li Til Temirê şewitîn bi sedema êrîşên Tirkiyê

Bi sedema êrîşên Tirkiyê li derdora Til Temirê rûbereka berfereh ji erdên navçeyê şewitîn.

K24- Hewlêr

Bi sedema êrîşên Tirkiyê li derdora Til Temirê rûbereka berfereh ji erdên navçeyê şewitîn.

Ajansa SANA ya fermî ya Hikumeta Sûriyê belav kiriye, Hêzên Tirkiyê û çekdarên bi ser ve,  şeva borî êrîşî gundên Ûm Elkêf, Derdare û Tewîla li derdora Til Temirê kirin û di encam de  rûberek berfereh ji erdên çandiniyê yên wan gundan şewitîn.

Ligor ku hatî belavkirin, çekdaran di êrîşên xwe de, bi mebest erdên çandiniyê yên xelkê kirine armanc.

Duhî jî, li derdora Serê Kaniyê agir bi erdek nêzîkî  xalek serbazî ya Tirkiyê ketibû. Genim û cehê 6 gundên derdora Serê Kaniyê şewitî bû.