Hevpeymaniya Navdewletî : Em berdewam dibin li piştevanîya HSD û me ti plan nîne bo kêmkirina hêzan

Hevpeymaniya Navdewletî ji Kurdistan24 re tekez dike, ew dê di piştevanîkirina HSD de berdewam bibin û ti plana wan ji bo kêmkirina hêzan nîn e.

K24- Hewlêr

Hevpeymaniya Navdewletî ji Kurdistan24 re tekez dike, ew dê di piştevanîkirina HSD de berdewam bibin û ti plana wan ji bo kêmkirina hêzan nîn e.

Eric Hill, Serpereştiyarê Yekîneyên taybet ê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAÎŞê ji Kurdistan24 re ragihand, liv û tevgera DAÎŞê li rojhilatê çemê Feratê zêde bû ye. Ew digel HSDê çavdêriya rewşê dikin û dest bi helmeteke li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞê kirin e.

Navborî got jî, HSDê bi başî asayişa navçeyê parastî ye û ew dê di piştevanîkirina wê de berdewam bibin û got, ti pilana wan nîn e, ku hêzên xwe kêm bikin.