Ragehandinek ji Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê

Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê radgihîne, di rojên cejnê de hatinûçûn bi temamî tê qedexe kirin û hemû mall, markêt, nanxane û bazar tên girtin.

K24- Hewlêr

Jûra Operasyonên Parêzgeha Hewlêrê radgihîne, di rojên cejnê de hatinûçûn bi temamî tê qedexe kirin û hemû mall, markêt, nanxane û bazar tên girtin.

Jûra Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê di daxwiyaniyekê de ragihand, bi serperştiya parêzgarê Hewlêrê Frset Sofî derbarê bicîhkirina biryara qedexeya hatin û çûnê ji bo demê 72 demijmêran di rojên cejnê de civiya û çend biryarek derxist.

Yekem, Rawestandin û qedexeya hatin û çûnê bi awayekî temamî li sînorê parêzgeha Hewlêrê bi hemû qeza û navçeyên xwe ve ji bo demê 72 demijmêran ji yekem roja cejna Remezana Pîroz ve.

Dûyem, Daxistina hemû mall, markêt, nanxane, bazar û ew cihên giştî ku berya niha ji bo xizmeta welatiyan rê bi vekirina wan hatibû dayîn. ji bilî dermanxaneyên îşgir ku dê vekirî bimînin.

Sêyem, daxistina hemû tekiye û cihên Olî.

Çarem, her kombûn, civîn, danîne taziye û seredankirina xwediyê taziyeyan û qerebalixî qedexe ye.

Pêncem, Daxistina hemû park, baxce û cihên giştî.

Şeşem, Rê bi hatinûçûna otombêlên ewlekarî û tîmên tendirustî, Embulans û ew kesên di erkê fermî de ne, tê dayîn.