Hikumeta Herêmê alîkarîya 50 hezar malbatên hejarên Duhokê dike
Di berdewamiya alîkarîkirina xelkê hejar, ji aliyê Hikumeta herêma Kurdistanê ve, îro selikên xwarinê ji bo 50 hezar malbatên hejar, li bajarê Dihokê hate danîn û biryar e bi mekanîzmeyek baş, liser xelkên, ku navên wan di lîsteyê de hene, were dabeşkirin.
K24- Hewlêr

Mecîd Salih, cêgirê parêzgarê Duhokê di kongireyeka rojnamevanî de , evro Çarşemnîyê 20/5/2020 ragehand 50 hezar malbatêbn hejar hatine destnîşankirin daku alîkarîyan bi ser wan re dabeş bikin. Ev alîkarîyên evro dihên pêşkeşkirin ji 4 madeyan pêkhatine, lê alîkarî dê berdewam bin û di dahatî de jî madeyên dihêne zêdekirin.
Ev piroje ji alîyê wezareta Bazirganî û pîşesazîya hikumeta Herêma Kurdistanê ve dihête cîbicîkirin. Bordel li ser asta Herêma Kurdistanê bo vê pirojeyê hatîye pêkhînan û komîteyeke hevbeş ji alîyên opeywendîdar bo dema dû mehan rûpîvek li ser asta parêzgeh û qezayan encam dabûn.