Dawî amarên “Korona” li Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê şeva bûrî daxuyaniyeke taybet bi amarên vîrusa Korona belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê şeva bûrî daxuyaniyeke taybet bi amarên vîrusa Korona belav kir.
Amarên taybet ên nexweşiya Korona li Herêma Kurdistanê bi vî awayî ne:
1- Kerentîn
Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (11117) kes li (30) cihên cuda bûn. Niha tenê (870) kes di kerentînê de mane, (415) kes li Hewlêrê, (125) kes li Silêmaniyê, (330) li Duhokê. Herwiha (10247) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (159) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.
2- Pişknîn
Di 24 demjimêrên bûrî de (1010) pişknîn hatin kirin, (440) li Hewlêrê, (311) li Silêmaniyê, (209) li Duhokê, (2) li Soran. Derencam (18) tûşbûyên nû hatin tomarkirin.
Parêzgeha Hewlêrê: (15) kes encamên wan pozîtîf bûn: du jin (45) (35) salî, çar keç temenê wan (22), (15), (11), (9) salî. Pênç peya temenê wan (53), (42), (42), (29) salî û çar kurên temen (25), (22), (14) û (6) salî bûn.
Parêzgeha Silêmaniyê: (3) kes encamên wan pozîtîf bûn: Du jinên (45) û (22) salî û peyayekî temen (29) salî bûn.
3- Amerên Giştî
Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (442) kes in, jê (5) haletên mirinê hene û (383) kes jî bi temamî baş bûne û niha tenê (54) nexweş di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşiyê li Wezareta Navxwe û tîmên bijîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike pabendî rênimayên tenduristîyê bin, ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.
S. B