Termên 4 zarokên Daqûqê hatin dîtin

Piştî lêgerîneke berdewam, tîmên Berevaniya Şaristanî ya Kerkûk û Daqûqê, termê 4 zarokan ku di bûyereke trafîkê de ketibûn avê, dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî lêgerîneke berdewam, tîmên Berevaniya Şaristanî ya Kerkûk û Daqûqê, termê 4 zarokan ku di bûyereke trafîkê de ketibûn avê, dîtin.

Duhî di bûyereke trafîkê de, otombîlek ketibû nava ava projeyeke Daqûqê, di encamê de bav û dayika zarokan bi birîndarî hatin rizgarkirin, lê 4 zarokên wan winda bûbûn.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê diyar kir, tîmên Berevaniya Şaristanî ya Kerkûk û Daqûqê îro termê wan 4 zarokan dîtin û şandin bijîşkiya dadwerî.

Peyamêrê me amaje bi wê da, ew malbat ji bajarokê Cebara yê ser bi qezaya Kifrî ve ye û Ereb in.

 

S. B