Fransa: 13 jinên DAIŞê ji kampên bakurê Sûriyê reviyan
13 jinên DAIŞê yên ji regeza Fransî ji du kampên Rojavayê Kurdistanê reviyan.
K24 – Navenda Nûçeyan
13 jinên DAIŞê yên ji regeza Fransî ji du kampên Rojavayê Kurdistanê reviyan.
Rêxistina Dijîterorê ya Fransayê ragihand, di dema dawî de 13 jinên DAIŞê yên ji regeza Fransî ji kampa Holê ya li Hesekê û kampa Eyn Îsayê reviyane, ku yek ji wan jinan, Hayat Boumedienne hevjîna plandarêjê êrîşa Fransa ya sala 2015an e.
Di wê derbarê de Damezirênerê Rêxistina Dijî Eşkenceyê yê Fransî Jean-Charles Brisard got, revîna wan jinên DAIŞê, nîşana wê yekê ye ku desthilatên li bakurê Sûriyê karînên wan ên berdewamiya girtina teroristên biyanî nîn in.
Got jî, metirsiya herî mezin ew e, ew kesên ji Sûriye û Iraqê direvin, li deverine din xwe birêxistin bikin û dibe ku bi nehênî jî vegerin Ewropayê.
Zêdetir ji 11 hezar jin û zarokên DAIŞê di kampa Holê de hene, tevî ku Rêveberiya Xweser bi berdewamî bang li welatên biyanî dike, ku bi berpirsatiya xwe rabin û welatiyên xwe ji kampê werbigirin û çareseriyekê ji rewşa girtiyên DAIŞê re bibînin, lê heta niha ti çareserî nehatiye kirin.
Di dema dawî de, çendîn hewlên revîna jinên DAIŞê ji kampa Holê ya li Hesekê hatin dayîn, çendîn caran jî asayia kampê ew hewl pûç dikirin.
S. B