Li Hewlêrê 2 nexweşên Korona baş bûn

Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê belav kir, du nexweşên din ên bi vîrusa Koronayê ketine baş bûne û vegeriyane malên xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê belav kir, du nexweşên din ên bi vîrusa Koronayê ketine baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand, du nexweşên din ên bi vîrusa Koronayê ketine, piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Diyar kir jî, heta niha 210 nexweşên Koronayê li Hewlêrê baş bûne.

Heta niha li Herêma Kurdistanê bi vîrusa Korona ketine gihîşt (442) kesan, jê (5) kesan canê xwe jidest û (383) kes jî bi temamî baş bûne.

 

S. B