Reveberî dixwazê dorpêçên Amerika bandore li bakurê Sûriye nekin
Rêveberiya Xweser daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî dike hewl bide, di cîbicîkirina yasaya Cezar de, bandor li navçeyên wan nebe

K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî dike hewl bide, di cîbicîkirina yasaya Sezar de, bandor li navçeyên wan nebe.
Rêveberiya Xweser û bakurê rojhilatê Sûriyê di daxuyanîyê de ragihand, cîbicîkirina yasaya Sezar, ne tenê, dê bandorê li navçeyên di destê rejîma Sûriyê de bike. Lê dê ziyanê bigihîne navçeyên di destê Rêveberiyê de jî.
Bi gotina wan, pêwendî di navbeyna beşên Sûriyê de bi tevahî heye. Lewma cîbicîkirina wê yasayê, dê ziyanê bigihîne navçeyên wan û dê pirsgirêkên mezin derxe. Nemaz e di vê rewşa aloz, a ku navçeyên wan tê de derbas dibe.
Diyar jî dike, cîbîcîkirina wê yasayê, dê bandorek rasterast li şerê li dijî DAIŞê jî bike.
Daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî, Civaka Navdewletî û Dezgehên Navneteweyî kiriye, ku hewl bidin, ku bandora wan sizayan liser navçeyên Rêveberiya Xweser nebe, ku bi gotina wan digel hebûna astengiyan, dê derfet ji bo DAIŞê çêbe, ku ji nû ve hêzên xwe rêkbixe.
C.B