Li Bakurê Kurdistanê bajarê Meletî heya niha 17 kesan bi Korona canê xwe jidest dan
Li Bakurê Kurdistanê bajarê Meletî heya niha 17 kesan bi Korona canê xwe jidest dan e û 333 kes jî bi Korona ketin e.
K24- Hewlêr
Li Bakurê Kurdistanê bajarê Meletî heya niha 17 kesan bi Korona canê xwe jidest dan e û 333 kes jî bi Korona ketin e.
Parêzgarê Meletîyê Aydın Barûş da xuyakirin, ji 16'ê Gulanê ve li bajêr asta tûşbûna Korona pir kêm bûye û ew hewl didin, di çarçoveya asayîkirina jiyanê de hin gavên nû bavêjin.
Da xuyakirin, yekemîn helata tûşbûna Koronayê li Meletî 15'ê Adarê hatiye tomarkirin û heya niha 17 kesan bi Korona canê xwe jidest dan e û 333 kes jî bi Korona ketin e. Barûş got, dermankirina 14 pêketiyan jî berdewam dike.