nêzîkî 10 hezar karmendên tendirustiya Îranê tûşî Vayrosa Korona bûn e

Wezareta tendirustî ya Îranê radighîne, nêzîkî 10 hezar karmendên tendirustiyê li wî welatî tûşî Vayrosa Korona bûn e.

K24- Hewlêr

Wezareta tendirustî ya Îranê radighîne, nêzîkî 10 hezar karmendên tendirustiyê li wî welatî tûşî Vayrosa Korona bûn e.

Îro Cîgirê Wezîrê Tendirustî yê Îranê Îrec Herîrçî ragihand, li hinek navçeyên Îranê rewş hestyar û metirsîdar e. Daxwaz ji welatiyan kir, bi tu awayî hatinûçûnê di navbeyna parêzgehan de nekin.

Eşkera kir, ku heya niha nêzî 10 hezar bizîşk û karmendên tendirustiyê li Îranê helgirên Vayrosa Korona ne.

Ji aliyek din ve, Wezareta Tendirustî ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên borî de, 66 kesên din bi Vayrosa Korona mirin e. Herweha 2 hezar û 292 kes jî, tûşî Vayrosî bûn e.