Amerîka û hevpeymanên wê fişaran li ser Rûsiyê dike bo vekirina dergehê Til Koçer
Amerîka û hevpeymanên wê fişaran li ser Rûsiyê dike ku careke din dergehê Til Koçer yê Sînorî li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî veke.
K24- Hewlêr
Amerîka û hevpeymanên wê fişaran li ser Rûsiyê dike ku careke din dergehê Til Koçer yê Sînorî li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî veke.
Malpera Al-Monitor a Amerîkî belav kirye, Amerîka û hevpeymanên wê givaşan li ser Rûsiyê dikin ku careke din dergehê Til Koçer yê bi Îraqê re ji bo derbaskirina alîkariyên Mirovî yên Netewên Yekgirtî ji bo navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê bê vekirin.
Berpirsekî di Wezareta Derve ya Amerîka de ji wê Malperê re ragihand, dijatîkirina Rûsiya û Çînê ji dirêjedan bi derbaskirina alîkariyên mirovî di rêya wî dergehî re li çileya Îsal, karê pêşkêşkirina alîkariyan ji bo milyonan kes zehmettir kir.
Wî berpirsê Amerîkî got jî, Rûsya berpirsyaretiya vê rewşê li stûyê xwe digre.