10 kes li Hewlêr û Silêmanîyê tûşî Koronayê bûn
Wezareta Tenduristî ya hikumeta Herêma Kurdistanê, encamên nû yên pişkinînan belav kir û ragehand li Silêmanîy 5 kes û li Hewlêrê jî 5 kes tûşî Vayrosa Koronayê bûn.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristî ya hikumeta Herêma Kurdistanê, encamên nû yên pişkinînan belav kir û ragehand li Silêmanîy 5 kes û li Hewlêrê jî 5 kes tûşî Vayrosa Koronayê bûn.
Di ragehandina encamên nû yên Wezareta Tenduristî ya Herêma Kurdistanê de hatîye, li berdewamîya pişkinîn û geryanê li dûv gumanlêkiryan, 10 tûşbûyên din bi Vayrosa Koronaya Nû COVID-19 li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin. Li silêmanîyê 5 kes ku 3 jin, zelemek û kurekê xorte. Sê ji tûşbû berkevtîyên berê ne û dû yên din jî nîşanên wê nexweşî hene û tevaya wan rûniştvanên nav bajarê Silêmanîyê ne.
5 kesên Hewlêrê jî, 2 kur , kiçek , zelamek û jinek in, tevya wan jî berkevtîyên berê ne û rûniştvanên komelgeha Şawês in li bajarê Hewlêr.