Ji Fransayê tê xwastin, rêgiriyê li davekirina 5 DAIŞiyan li Iraqê bike

Komîta Rûbirûbûna Eşkenceyê li Netewên Yekgirtî daxwaz ji Fransayê dike, rê nede çekdarên DAIŞê yên Fransî li Iraqê bêne bidarvekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta Rûbirûbûna Eşkenceyê li Netewên Yekgirtî daxwaz ji Fransayê dike, rê nede  çekdarên DAIŞê yên Fransî li Iraqê bêne bidarvekirin.

Komîta Rûbirûbûna Eşkenceyê di nameyekê de daxwaz ji Fransayê dike, hemû karînên xwe bikar bîne, ji bo çekdarên girtî ji aliyê gewdeyî û derûnî bêne parastin û rê nede sizaya bidarvekirinê li wan bê bicihkirin.

Navên wan çekdarên DAIŞê, Îbrahîm El Necare, Bilal El Kebawî, Leonardo Lopez, Fazil Iwêdat û Murad Delhom in û di meha Hezîrana sala bûrî de li Iraqê sizaya bidarvekirinê lê hatin birîn.

Parêzerê wan çekdarên DAIŞê Nebîl Bodî derbarê rewşa wan çekdaran de dibêje, ew di zîndanên Iraqê de rastî serederiyeke nemirovane û şermezaryane tên. Tekez kir jî, Fransa dizane rewşa wan çawa ye, lê ti pêngavekê navêje, bo sînorek ji wê serederiyê re bê danîn.

Sala 2019an 11 Fransî li Sûriyê hatibûn desteserkirin û piştî bo Iraqê hatin veguhastin, li wî welatî sizaya bidarvekirinê lê hatin birîn, 3 Fransiyên din jî ku 2 ji wan jin in, bi tometa endamên DAIŞê ne, sizaya hetahetayî li wan hat sepandin.

 

S. B