Li Îranê 62 kes bi Koronayê canê xwe jidest dan
Wezerata Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî 2 hezar û 111 kesên din bi vîrusa Koronayê û 62 kesan jî canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezerata Tenduristiyê ya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî 2 hezar û 111 kesên din bi vîrusa Koronayê û 62 kesan jî canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Îranê bi vîrusa Koronayê ketine gihîşt 124 hezar 600 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 7 hezar û 119 kesan.
Ev di demekê ye, li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê, heta niha zêdetir 14 hezar kesan bi vîrusa Korona ketine û zêdetir ji 640 kesan jî canê xwe jidest dane.
S. B