Riya M4 di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de vedibe

Riya navdewletî ya M4 di navbera herdu bajarokên Rojavayî Kurdistanê de Til Temir û Eyn Îsayê de vedibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Riya navdewletî ya M4 di navbera herdu bajarokên Rojavayî Kurdistanê de Til Temir û Eyn Îsayê de vedibe.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Kobaniyê Ridwan Bêzar da zanîn, riya navdewletî M4 di navbera Eyn Îsa û Til Temirê de bi gerentiya Rûsyayê roja Duşemê duyem 25ê Gulanê ji bo çûnûhatinê vedibe.

Diyar kir jî, vekirina riya M4ê piştî danûstandin û hevrêziya di navbera aliyê Rûsî û Tirkî de tê.

Riya navdewletî M4 riya sereke ya di navbera Heleb û Qamişlo de ye, ji dema êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî ve hatibû girtin.

 

S. B