Mihemed Îsmaîl: Yekrêzî, hêza navxweyî ya gelê Kurd e
Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl radigihîne, divê gelê Kurd fişarê li ser hemû alî û hêzên siyasî yên Kurdî bike, ta bikarin yekhelwestiya Kurdî pêk bînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl radigihîne, divê gelê Kurd fişarê li ser hemû alî û hêzên siyasî yên Kurdî bike, ta bikarin yekhelwestiya Kurdî pêk bînin
Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû û li ser pirsa giringiya yekrêziya Kurdî ragihand, yekrêziya gelê Kurd her dem girîng e. Yekrêzî, hêza navxweyî ya gelê Kurd e, lê siyasetên rêjîmên welatên herêmê û welatên ku mafên gelê Kurd xwarine her dem bandor li ser yekrêziyê kiriye.
Di derbarê rewşa Sûriyê û gelê Kurd tê de got: Heger gelê Sûriye bi giştî di astengiyê re derbas dibe, gelê Kurd tê de du caran di astengiyê re derbas dibe. Carekê wek hemû gelê Sûriyê ji ber rewşa şer, koçberî û nebûna ewlehiyê rastî astengiyan bûye. Carekê jî ne yekhelwestî û nakokiya aliyên siyasî yên Kurdî bûye barek li ser gelê Kurd.
Herwiha got jî: Divê gelê Kurd fişarê li ser hemû alî û hêzên siyasî yên Kurdî bike, ta bikarin yekhelwestiya Kurdî pêk bînin, ji ber ku yekhelwestî û yekrêziya Kurdî dikare me ji qonaxekê veguhêzîne qonaxeke firehtir.
Mihemed Îsmaîl tekez kir: Bi şanazî dikarim bibêjim, çi wek PDK-Sê û çi wek ENKSê me hemû karînên xwe xistine ji bo bicihkirina mafê gelê Kurd di hundir Sûriyê de û avakirina yekrêziya Kurdî.
Li ser tevlîbûna hin partiyan di nava ENKSê de got: Derbasbûna partiyan di nava ENKSê de bi du beşan e. Beşek, partiyên berê di nava ENKSê de bûn, ku ji ber pirsgirêkên wan yên nexeweyî, karê wan hatibû rawestandin û niha careke din vegeriyane. Beşê din jî, hin partiyên nû daxwaz kirin tevlî ENKSê bibin, daxwazên wan jî bo civîna fireh ya ENKSê hatine rakirin.
Li ser pirsa helwesta welatên cîran ji yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Mihemed Îsmaîl got: Yekrêziya gelê Kurd di hundir Kurdistana Sûriyê ji ti welatekî re nabe gef û metirsî. Yekrêzî Kurdî û çareserkirina pirsa Kurdî di hundirê Sûriyê dê bibe pêngavek ji bo çareserkirina krîsa Sûriyê bi giştî, di bin çavdêriya navdewletî û li gor biryara 2254. Herwiha dê ji hemû aliyan re jî bibe cihê rihetiyê.
Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-S amaje bi rola Amerîka kir û got: Piştgîriya Amerîka ji yekrêziya Kurdî di hundirê Kurdistana Sûriyê de gelekî bi girîngî dinirxînin û cihê spasiyê ye. Herwiha piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî wek welatên Fransa û Brîtanya jî girîn in. Em wek ENKSê jî em alîkar in ji bo proseya yekhelwestiya Kurdî biser bixînin. Herwiha Rûsya û welatên herêmê û opozîsyona jî ji proseyê agahdar in. Em hemû aliyan agahdar dikin ku divê pêngavên li gor proseya siyasî ya giştî ya Sûrî bêne avîtin.
S. B