Sertaç Bucak: Yekhelwestiya Kurdî, çareserkirina pirsa Kurdî ye
Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakur) Sertaç Bucak ragihand, Heger Kurd bixwazin biser bikevin, divê yekrêziya xwe ya siyasî pêk bînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakur) Sertaç Bucak ragihand, Heger Kurd bixwazin biser bikevin, divê yekrêziya xwe ya siyasî pêk bînin.
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak li ser pirsa bandora yekrêziyê li perçeyên Kurdistanê beşdarî bernama “Rojev” a K24ê bû û ragihand, yekhelwestiya Kurdî li her çar perçeyên Kurdistanê, çareserkirina pirsa Kurdî ye. Di wê çarçovê de, hewlên li Rojavayê Kurdistanê tên dayîn, em bi erênî lê dinêrin û piştevaniyê lê dikin. Heger hewl û xebata yekrêziyê li Rojava biser bikeve, dê bandorê li Bakurê Kurdistanê û perçeyên din jî bike.
Diyar kir: Metirsiyên Îran û Tirkiyê ji yekrêziya Kurdî hene, lê divê Tirkiye xwe ji wê metirsiyê xilas bike, ji ber ku Kurd her dem cîranekî baş ji hemû welatên herêmê re bûn, mînaka wê jî pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ye. Heger pirsa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çareser bibe, dê bibe cîranekî baş ji Tirkiyê re. Ji ber wê, divê hemû welatên herêmê piştevaniyê li yekrêziya Kurdî bikin.
Sertaç Bucak da zanîn: Kurdê Başûr û Rojavayê Kurdistanê qurbaniyên mezin di şerê li dijî DAIŞê de dan û Kurd bûn hevalbendên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê. Kurdên Rojava gelek qurbanî dan û bi sedhezaran jî koçber bûn, ji ber wê hêzên dostên Kurdan dixwazin pirsa Kurdî li Rojava çareser bibe û divê Kurd jî ji wê yek re amade bin û dibînin ku Kurd amade ne.
Li ser yekrêziya Kurdî ya giştî got: Li her perçeyeke Kurdistanê mercên yekrêziyê cuda ne, li Rojava gavin baş hatine avêtin û prose berdewam e. Lê li Bakurê Kurdistanê hin xebat hene, lê hîn negihîştiye ti encameke berçav. Heger Kurd bixwazin biser bikevin, divê yekrêziya xwe ya siyasî pêk bînin. Lê ji bo yekîtiya netewî hîn gelek astengî hene, divê destpêkê li her perçeyekê yekrêz ava bike, ewê ji bibe piştgîriyeke baş ji doza Kurdî re.
S. B