Li Kurdistanê cejneke cuda tê kirin
Cejna Remenzanê îsal li Kurdistanê bi hemû pîveran ji cejnên salên bûrî cuda ye, ji ber rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatiye hatiye ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cejna Remenzanê îsal li Kurdistanê bi hemû pîveran ji cejnên salên bûrî cuda ye, ji ber rêkarên xweparastina ji vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatiye hatiye ragihandin.
Di nava civaka Kurdî de pêwendiyên civakî bihêz mane, bi taybet di rojên cejnan de, ku welatî serdana hevdu dikin û cejnê li hev pîroz dikin, lê di vê cejnê de ji ber rênimayên tenduristiyê û xweparastina ji vîrusa Koronayê, malbat li malê dimînin.
Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, ji ber ku di rojên cejnê de qedexeya çûnûhatiye heye, deriyên mizgeftan jî nehatine vekirin, lê hin welatî li derveyî mizgeftan kom bûn û nimêj kirin. Herwiha hin mamosteyên olî ligel karmendên mizgeftan nimêj li mizgefê kir.
Peyamnêrê K24ê li Diyarbekir da zanîn, hersal xelkê Diyarbekirê serdana cihên dîrokî û baxçeyên Hewselê yên Diyarbekirê dikirin, lê îsa ji ber qedexeya hatiye ragihandin, hemû cihên dîrokî û geştiyariyê vala mane.
Herwiha amaje bi wê da, di nava bajêr de xalên hêzên ewlehiyê hatine danîn û çûnûhatinê qedexe dikin û her kesê derkeve jî sizayên pereyan li wan tên birîn.
Peyamnêrê me dawî amarên vîrusa Korona li Diyarbekirê dan, ku li gor amarên Jûra Bijîşkên Diyarbekirê, niha 74 pêketiyên bi vîrusa Koronayê hene, ji wan rewşa 19 kesan giran e.
Li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya qedexeya derketina derve heta dawiya bêhinvedana cejna Remezanê berdewam e, herwiha çûnûhatina welatiyan hatiye sînordarkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê û ji ber dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Sipî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran xelk koçber bûne û di rewşeke xirap de dimînin û bi hêviya wê yekê ku bikarin vegerin malên xwe û li ser mal û milkên xwe.
S. B