Termê polîsekî Kurd li Kerkûkê hat dîtin

Li bajarê Kerkûkê termê polîsekî Kurd serjêkirî hate dîtin û li gor malbata wî, ew ji duhî ve ji malê derketiye û pêwendî pê re qut bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Kerkûkê termê polîsekî Kurd serjêkirî hate dîtin û li gor malbata wî, ew ji duhî ve ji malê derketiye û pêwendî pê re qut bûye.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, navê wî polîsî Behcet Mihemed e û termê wî di nava otombîla wî de hat dîtin. Li gor malbata wî dibêje. ew ji duhî nîvro ve ji malê derketibû û pêwendî pê re hatibû birîn.

Peyamnêrê me diyar kir, lêkolîn derbarê wê bûyerê de destpê kiriye û hêzên polîs heta niha ti zanyarî nedane.

 

 

S. B