Tenduristiya Hewlêrê: Hîna metirsiya belavbûna Korona heye
Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê aşkere dike, niha 22 pêketiyên bi vîrusa Koronayê li nexweşxaneyan mane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê aşkere dike, niha 22 pêketiyên bi vîrusa Koronayê li nexweşxaneyan mane.
Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re ragihand, niha 22 nexweşên Koronayê li Hewlêrê nexweşxaneyê mane. Tenduristiya wan cîgir e û ji aliyê tîmên tenduristiyê ve çareseriyên pêwîst werdigirin.
Dr. Dilovan Mihemed amaje bi wê da, tenê 2 nexweş pêwîstiya wan bi amûreya henasedana destkird hene û rewşa tenduristî ya nexweşên din cîgir e.
Rêvebirê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê diyar kir, li vê dawiyê rojane pêketiyên bi Koronayê tên tomarkirin. Metirsiya belavbûna wê vîrusê di nava civakê de heye, ji ber wê divê welatî pabendî rênimayên xweparastinê bibin.
S. B