Îran û Tirkiye dê sînorên xwe bi rûyê hevûdu ve vekin

Erdogan û Rûhanî cêjna Remezanê li hevûdy pîroz kirin e û Rûhanî daxwaz kiriye, ku bi parastina rênimayên rêgiriya Covid -19 her du welat sînorên xwe bi rûyê hevûdu vekin

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Nivîsîngeha Serokomariya Tirkiye, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan pêwendiyek telefonî encam dan e.

Erdogan û Rûhanî cêjna Remezanê li hevûdy pîroz kirin e û Rûhanî daxwaz kiriye, ku bi parastina rênimayên rêgiriya Covid -19 her du welat sînorên xwe bi rûyê hevûdu vekin. Herweha bazirganiya di navbeyna Îran û Tirkiye destpê bike.

Serokomarê Tirkiye bi erênî bersiva Rûhanî da ye û diyar kiriye, ku dê biryarên pêwîst bigre.

 

 

C.B