Li Hewlêrê 7 kesên din tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistan encamên nû yên pişkinînan belav kir û ragehand, li sinûrê parêzgeha Hewlêrê 7 kesên din tûşî Koronayê bûn.

K24- Hewlêr

 Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistan encamên nû yên pişkinînan belav kir û ragehand, li sinûrê parêzgeha Hewlêrê 7 kesên din tûşî Koronayê bûn.

Di ragehandina Wezareta Tenduristî de hatîye: 7 tûşbûyên din bi Vayrosa Koronayê li Hewlêrê hatin tomarkirin.

Herweha di wê ragehandinê de hatîye, kesên tûşbûyî: 3 ji wan jin in temenên wan 59,59,57 salî ne, 2 jî zelam in temenên wan 69 û 29 salî ne, li gel dû zaroyên temen 2 û 9 salî.  3 tûşbûyî berketî û malbata tûşbûyê dûhî yê bajarê Hewlêrê ne, 4 tûşbûyên din jî nîşanên wê nexweşyê hene û rûniştvanên nahye ya Enkawe û taxên Sefîn û Gulan in li bajarê Hewlêrê ne.