Sê kesên din li Hewlêrê tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinênan belavkir û ragehand, sê kesên din li Hewlêrê tûşî Vayrosa Koronayê bûne.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê encamên nû yên pişkinênan belavkir û ragehand, sê kesên din li Hewlêrê tûşî Vayrosa Koronayê bûne.

Li gor wê ragehandinê, ew sê tûşbûyî , yek ji wan jineka temen 38 salîye û dûyên din jî zelam in û temenên wan 50 û 39 salî ne.

Wezareta Tenduristîyê xuya jî kirîye, ew jin hevjîna tûşbûyê duhî yê bajarê Hewlêrê ye û rûniştvanên taxa Gulan in.  Herdû tûşbûyên din jî paswan in ji Bexda vegerîyan e, ku yek ji wan rûniştvanê taxa Fermanberan e û yê dî jî rûniştvanê Topzawe ye li navenda nahye ya Rizgarî.

Her evro  Wezareta Tenduristîyê ragehandibû ku li Hewlêrê 7 kesên din tûşî Koronayê bûn e.

Li gor evê encamê jî hejmara kesên evro li Hewlêrê tûşî Koronayê bûne gehişte 10 kesan.