10 kesên din li Silêmanîyê tûşî Koronayê bûn

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistan encamên nû yên pişkinînan belav kir û ragehand, 10 kesên din li sinûrê parêzgeha Silêmanîyê 7 tûşî Koronayê bûn.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistan encamên nû yên pişkinînan belav kir û ragehand, 10 kesên din li sinûrê parêzgeha Silêmanîyê 7 tûşî Koronayê bûn.

Di ragehandina Wezareta Tenduristî de hatîye: Li berdewamîya pişkinînan û geryanê li dûv gumanlêkirîyan  10 tûşbûyên din bi Vayrosa Koronaya nû Covid-19 li parêzgeha Silêmanîyê hatin destnîşankirin.

Herweha di wê ragehandinê de hatîye, kesên tûşbûyî: 4 ji wan jin in temenên wan 63,57,42 û 37 salî ne û 6 jî zelam in temenên wan 68, 60, 47, 32, 26 û 29 salî ne. 7 tûşbûyî berketîyên tûşbûyên berê ne, 2 tûşbûyî jî nîşanên wê nexweşyê hene. Tûşbûyek rûniştvanê nahye ya Hacyawe ye û her 9ên din jî rûniştvanên nav bajarê Silêmanîyê ne.

Weha jî hejmara tûşbûyên evro li Herêma Kurdistanê gehişte 20 kesan, ku berê jî li Hewlêr 10 tûşbûyên nû hatibûn tomarkirin.