Sûriya: Hêzên Tirkiyê û Girupên ser bi wê ve bi dihan kesên sivîl ji Hesekê revandne
Hikumeta Sûriyê dibêje, hêzên Tirkiyê û Girupên ser bi wê ve bi dihan kesên sivîl ji Hesekê revandne.
K24- Hewlêr
Hikumeta Sûriyê dibêje, hêzên Tirkiyê û Girupên ser bi wê ve bi dihan kesên sivîl ji Hesekê revandne.
SANA (Ajansa fermîya hikumeta Sûriyê) belavkirîye, hêzên Tirkiyê û girupên ser bi wê ve li Sûriyê, li roja Yekşembîyê, 30 sivîl ji parêzgeha Hesekê revandine, li gor SANA tevahîya wan revandîyan ji gundê Til Helef in li derdora Serê Kanîyê.
Ji dema ku Tirkiyê derbazî navçeya Serê Kanyê bûye, rojane binpêkirina mafên mirov di derheqê sivîlên navçeyê de encam dide .