Îraq destipêkirina geştên asmanî red dike

Peyivdarê desthelata firokevanîyê li îraqê Cîhad Kazim bo ajansa nûçeyên Îraqê ragehandîye, dengo û nuçeyên behsa destipêkirina geştên asmanî di meha bihêt de red dike.

K24- Hewlêr

Peyivdarê desthelata firokevanîyê li îraqê Cîhad Kazim bo ajansa nûçeyên Îraqê ragehandîye, dengo û nuçeyên behsa destipêkirina geştên asmanî di meha bihêt de red dike.

Got jî: Rawestandina geştên asmanî heya dawîya vê mehê berdewamin, lê ev ne bi wê  watayê dihêt ku meha dahatî geşt destipê dikin, di vî warî de şaneya kirîza Koronayê û komîteya bilinda tenduristîyê biryarê li ser evê yekê dide.

Heyînî ya burî, 22yê evê mehê, desthelata firokevanîya sivîl li Îraqê ragehandibû, heya dawî ya meha Gulanê ragertina geştên asamnî dê berdewam be.