Xurmatû hate kerentînekirin

Bi sedema hebûna hijmareka tûşbûyên Vayrosa Koronayê, bajarokê Xurmatû bo dema çil û heşt demjimêran bi temamî dihête daxistin.

K24- Hewlêr

Bi sedema hebûna hijmareka tûşbûyên Vayrosa Koronayê, bajarokê Xurmatû bo dema çil û heşt demjimêran bi temamî dihête daxistin.

Şaneya kirîza Koronayê li wî bajarokî biryar da, bo dema çil û heşt demjimêran bajar bihête kerentîne kririn û hemû rêyên bazar û cihên giştî bihên daxistin û  hatinûçûna xelkî û otombêlan bihêne qedexekrin.  Ev piştî wê yekê hat ku hijmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Xurmatû zêde bûye.

Di dema qedexeya dû rojî de, ferman û destihlat  bi hêzên ewlehyê hatye dan ku kesên  nepabend sza bidin.