Zêdetir ji 110 donim zevîyên dexl û danên cotyarên Mexmûrê hat şewtiandin

Evro careka din agir dexl û danên cotyarên Mexmûrê ket û zêdetir ji 110 donim zevî hat şewitandin.

K24- Hewlêr

Evro careka din agir dexl û danên cotyarên Mexmûrê ket û zêdetir ji 110 donim zevî hat şewitandin.

Karzan Pîran dîterê bûyerê li Mexûrê bi Kurdistan 24 re ragehand, evro piştî nîvro careka dî agir bi dexl û danên cotyarên Mexmûrê ket û bi sedema wê yekê jî zêdetir ji 110 donim zevî hate şewitandin û ku dex û danên dû cotyarên Kurd e.

Got jî heya niha sedema agir pêketinê nehatîye zanîn û di ev sal de zêdetir ji 15 haletên bi vî awayî li Mexmûrê rûdane û tevaya wan bi dexl û danên cotyarên Kurd ketîye.

Amaje bi wê yekê jî da, ji bilî tîmên agir vemirandinê di dema bûyerê de, xortên xwebexşên Mexmûrê gehitin cihê bûyerê û şîyan wî agirî kontirol bikin.